Di guleavêtina li ser sînorê Iraq-Sûriyeyê de 8 mih telef bûn

Li ser sînorê Iraq-Sûriyeyê li gundewarê bajarê Til Koçerê yê herêma Cizîrê endamên tên texmînkirin ku girêdayî Heşîd Şebî ne gule avêtin şivanên pez.

Di guleavêtina li ser sînorê Iraq-Sûriyeyê de 8 mih telef bûn
18 adar, 2026   23:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Berêvara îro, li ser sînorê Iraq-Sûriyê li nêzîkî gundê Hemdan li gundewarê bajarê Til Kocerê yê herêma Cizîrê, kesên ku tê texmînkirin endamên hêzên Heşdî Şebî ne, gule li şivanên pez barandin.

Li gorî çavkaniyan, di encama gulebaranê de 8 mih telef bûn, lê şivan birîndar nebûn.

(fr)