ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-02-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-02-2024
19 sibat, 2024   02:00

Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Amûdê bi sedan gund û dibistanên Amûdê bê kehrebe û av hiştiye. Şaredariyên Gel bi rêya sahîrcan avê belav dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Piştî Hevpeymana Civakî di Cotmeha 2023'yan de hat ragihandin, Meclisa Gelan a Demokratîk xwe ji bo dengdana li ser gelek projeyên qanûnan û endamên gelek saziyan amade dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazan hewl dide hêzên herêmî beşdarî şerê xwe yê li dijî Kurdan bike û PDK’ê wekî serkêşê şerê xwe bi kar tine. (BI WÊNE)

Koçberên li kampa Şehbayê yên ji Efrînê diyar dikin ku heya vegera li Efrînê tê têkoşîna xwe bidomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Dêrikê cenazeyê şehîd Zîn Jînda ya şervana YPJˊê li Goristana Şehîd Xebat Dêrik oxir dike, saet 10:00ˊan, her wiha cenazeyê şehîd Bêrîtan Navdar li Goristana Şehîd Îsmaîl li navçeya Amûdê tê oxirkirin, saet 10:00ˊan, li Dirbêsiyê jî cenazeyê şervana YPJˊê Çekjîn Dirbêsiyê li Goristana Şehîd Rustem Cûdî tê oxirkirin, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Hesekê cenazeyên her du şehîd YPGˊê Beşar Mihemed û Kaya Amed li Goristana Şehîd Dijwar oxir dike, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi diruşma ˊEm ê bi ruhê ciwantiyê xwe bi rêxistin bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikinˊ li hola Mişwar a Reqayê konferansa Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê tê lidarxistin, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Însiyatîfa Gel a Til Temir, Til Birak û Holê ya kantona Cizîrê ji bo banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dest bi hemleya komkirina îmzeyan dike, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA