Planên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kurdan

Dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazan hewl dide hêzên herêmî beşdarî şerê xwe yê li dijî Kurdan bike û PDK’ê wekî serkêşê şerê xwe bi kar tîne.

Planên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kurdan
Planên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kurdan
Planên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kurdan
Planên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kurdan
19 sibat 2024   02:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker a derbên giran ji aliyê gerîlayên azadiyê ve dixwe, di 2 mehên borî de  xebatên xwe yên dîplomatîk û ewlehî zêde kirin da ku di şerê xwe yê li dijî Kudan de eniyeke berfireh ava bike.

Dewleta Tirk di van hewldanên xwe de girîngî daye xeta Hewlêr-Bexdayê. Di heman demê de hewldanê xwe yê pêşxistina têkiliyn bi Îran û Qahîreyê re didomîne.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di hewldanên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan de cihekî mezin girtiye. PDK’ê di 40 salên dawîn de di êrişên li dijî gerîlayên azadî de tevkariyê dide dewleta Tirk a dagirker.

Ji 2021’ê ve PDK’ê helwesta tevkariyê ya bi dewleta dagirker re xurt. PDK’ê di sê salên dawîn de gelek kemîn ji gerîlayên azadiyê re danî. Di encamê de 9 gerîla şehîd bûn. Piştî demeke kurt ji vê bûyerê di êrişa artêşa Tirk a piştî vekişîna hêzên girêdayî PDK’ê ji cihê hedefkirî de 3 gerîla şehîd bûn.

Di 24’ê Çileya îsal (2024) de di kemîna çekdarên PDK’ê de 2 gerîlayên HPG’ê li herêma Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê birîndar bûn.

Di 19’ê Kanûna 2023’yan de wezîrên karên derve û yên parastinê û serokên îstîxbaratên Iraq û Tirkiyeyê li Enqereyê civiyan. Di civînê de dewleta Tirk a dagirker ji hikumeta Iraqê xwest ku beşdarî şerê li dijî Kurdan bibin. Her wiha bi awayekî aşkera gef li YNK’ê xwar û ji xwest ku ji PKK’ê dûr bikeve.

Di 23’yê Çileya îsal (2024) de serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin bi serokkomarê Iraqê Ebdulletîf Reşdî û serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiyabû.

28’ê Çileyê jî Kalin li Hewlerê bi serokê PDK’ê Mesûd Barzanî û serokwezîrê hikumeta Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û wezîrê hundirîn ê hikumeta Başûrê Kurdistanê Rêber Ehmed re civiyabû.

Di 7’ê Sibatê (2024) de wezîrê parastinê yê dewleta Tirk a dagirker Yeşar Guler bi Mesûd Barzanî re civiya. Di heman rojê de Guler bi Mesrûr Barzanî û Nêçîrvan Barzanî re civiya.

13’ê Sibatê jî serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan li Dubey bi Mesrûr Barzanî re civiya.

17’ê Sibatê Nêçîrvan Barzanî li bajarê Munchen ê Almanyayê bi wezîrê karên derve yê dewleta Tirk a dagirker Hakan Fîdan re hevdîtin pêk anî.

Hewldanên dewleta dagirker ên beşdarkirina Iraq di şerê li dijî Kurdan de sînordar nema, lê ji vê zêdekir dewleta Tirk hewl dide Îran jî tevlî vî şerî bike. Ev yek di hevdîtina serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsîsî û Erdogan de diyar bû ku di 25’ê Çileyê de pêk hatibû. Erdogan di wê hevdîtinê de xwest ku Îran jî beşdarî şerê li dijî Kurdan bibe.

14’ê Sibatê dema ji serdana xwe ya dawî ya li Misirê vedigeriya di balafirgehê de gotibû: "Em dikarin li tevahî cîranên xwe yên herêmê de tevahî cûreyên gavan biavêjin da ku statûyeke terorî li ser sînorê me çênebe."

(bb)

ANHA