Balafirên bêmirov nuqteyan çeteyan li Idlibê bombebaran kirin

Balafirên bêmirov ên hêzên hikumeta Şamê alva û herêmên çeteyan ên li Idlibê bombebaran kirin, di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.

Balafirên bêmirov nuqteyan çeteyan li Idlibê bombebaran kirin
18 sibat, 2024   22:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), 2 balafirên bêmirov ên xwekuj nuqteyên çeteyan li Afisê yê Idlibê bombebaran kirin, di encamêa çeteyek ji ˊHeyet Tehrîr El Şamˊ hat kuştin û 2 jî birîndar bûn.

SOHRˊê diyar kir ku balafireke din jî herêma Merbelît ê Idlibê bombebaran kir, lê tu agahiyên li ser kuştî û birîndaran bi dest neketin.

(fr)