Civîna Îsraîl û Amerîkayê li ser danûstandinên Xezayê li Londonê

Wezîrê Karûbarên Stratejîk ê Îsraîlê li Londonê dike bi nûnerekî Qesra Spî re bicive da ku îhtîmala ji nû ve destpêkirina danûstandinan bi armanca peymanek berfireh ji bo berdana hemî dîlan û bidawîanîna şerê li Xezayê nîqaş bike.

Civîna Îsraîl û Amerîkayê li ser danûstandinên Xezayê li Londonê
17 îlon, 2025   22:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karûbarên Stratejîk ê Îsraîlê Ron Dermer ê li Londonê bi nûnerê Qesra Spî Steve Witkoff re bicive da ku îhtîmala ji nû ve destpêkirina danûstandinan ji bo peymanek berfireh hem bo berdana hemî dîlan, hem jî bo bidawîkirina şerê li Xezayê nîqaş bikin.

Li gorî 2 çavkaniyên ku bi hûrgiliyan agahdar in, berpirsên payebilind ên Qeterê jî li Londonê ne da ku bi Witkoff re cuda bicivin.

Çavkaniyek agahdar ragihand ku Amerîkî niha di navbera Îsraîl û Qeterê de navbeynkariyê dikin da ku çareseriyekê bibînin ku aloziya di navbera wan de derbas bikin, her wiha Qeteriyan vegerîne rola xwe ya navbeynkariyê di navbera Îsraîl û Hemasê de.

Li gorî heman çavkaniya navborî Amerîkî ji Îsraîlê dixwazin ku ji bo kêmkirina rageşiyê û çareserkirina krîza bi Qeterê re gavan bavêje.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio berî niha diyar kiribû ku tenê Qeter dikare di meseleya Xezayê de navbeynkariyê bike.

Marco Rubio beriya ku ji Til Avîvê derkeve di hevpeyvîneke rojnamevanî de wiha got: "Divê ew biryar bidin ka gelo ew dixwazin vê yekê bikin piştî bûyera hefteya borî qewimî yan na. Lê em dixwazin ew bizanin ku heke welatek li cîhanê hebe ku bi rêya danûstandinan alîkariyê bike ew jî Qeter e."

Rubio aşerke kir ku DYA’ê li ber qedandina peymaneke hevkariya parastinê bi Qeterê re ye.

(ac)

ANHA