ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18 - 9 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18 - 9 – 2024
18 îlon, 2024   02:00

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Helebê diyar kir ku armanca pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û armanca bêdengiya hêzên navneteweyî û rêxistinên wê, nehêlin gel û Rêber Abdullah Ocalan bigihêjin hev, ji ber ku ditirsin heke peywendiyek di navbera wan de çêbe, dê destkeftiyên din werin bidestxistin.

Şêniyên Tirbespiyê diyar kir ku PDK hîna siyaseta xiyanetê li dijî gelê Kurd didomîne û got ew xiyanet gihaştiye asta ajantiya li dijî destkeftiyên gelê Kurd ên ku bi fedakariyên mezin hatin bidestxistin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi rêya saziyên xwe yên têkildar ji bo mewsima zivistanê 60 hezar ton genimê baş amade kir.

Yekitiya Şaredariyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi lêçûna 250 hezar dolarî dest bi tamîrkirina pira ʹDolab Uwêsʹ a Hesekê kir. Ew pir taxên bakurê bajêr bi taxên başûr ve girê dide.

Çalakvana hiqûqî Îman Ebû Esaf diyar kir ku tevî hewldanên desthilata Îranê yên înkarê jî Serhildana Jin, Jiyan, Azadî berdewam dike û got "Jin, Jiyan, Azadî bû sembol û bingeha guhertina rewşa jinan."

Kongra Star bi boneya salvegera şehadeta Jîna Emînî bi diruşma ʹJin, Jiyan, Azadîʹ li bajarê Hesekê meşekê li dar dixe, meş ji çerxerêya Hemame ve dest pê dike, saet 09:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê bajarên rojhilatê kantona Cizîrê (Çilaxa, Girkê Legê, Til Koçer û Dêrikê) ji bo şermezarkirina siyasetên îşkence û qirkirinê yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li bajarê Çilaxa meşeke girse li dar dixin, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Partiya Wetenî ya Sûrî bi beşdariya gelek partî û kesayetên serbixwe bi boneya Roja Demokrasiyê ya Cîhanê panelekê li dar dixe, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kanala Jinên Beyt Nehrên û Hêzên Sotoro yên Jinan bi diruşma ʹXweparastina jinan mafeke rewa ya ber bi azadiyê ve yeʹ li hola Komeleya Xêrxwazan a Ermeniyan a li Qamişloyê panelekê organîze dike, saet 17:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê ji bo şîrovekirina rewşa siyasî ya li herêmê li bajarê Keramê yê Reqayê civîneke girseyî li dar dixe, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)