Li Şehbayê têkildarî ʹÇîroka min çîroka her kesekî yeʹ panel

Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Efrîn û Şehbayê bi dirûşma "Çîroka min çîroka her kesekî ye" paneleke diyalogê li dar xist.

17 îlon, 2024   21:57
ŞEHBA

Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Efrîn û Şehbayê di çarçoveya pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de bi dirûşma "Çîroka min çîroka her kesekî ye" li hola Axîn Welat a bajarokê Fafîn paneleke diyalogê organîze kir.

Di serî de prspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên der bare rola jinên ciwan di civakê de ji aliyê endama yekitiyê Dunya Bekir ve hatin xwendin.

Piştre endama Kongra Star a kantona Efrîn û Şehbayê Xemgîn Ehmed têkildarî mijara panelê wiha axivî: "Rêbertî dibêje 'çîroka min çîroka her kesekî ye'. Çîroka Rêbertî çîroka civakê ye, bingeha civakê jî jin in. Em amade ne di qonaxa bê de pêş bikevin."

Xemgîn diyar kir ku tiştê ku ji gel tê xwestin ew e ku çalakiyan zêde bikin û li qadan banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bikin.

Piştre beşdaran hin mijarên girêdayî panelê nîqaş kirin. Ew jî ev in:

Çima Rêbertî dibêje çîroka min çîroka her kesekî ye?

Çima azadî ji zaroketiyê de dest pê dike?

Beşdaran diyar kir ku pêwîst e jinên ciwan bi erkên xwe li hember azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan rabin. Beşdaran teqez kir ku divê ew yek jî bi belavkirina fikrên wî û beşdarbûna di tevahî çalakiyan de bê kirin.

Di dawiya panelê de encamnameyek hat dayîn û wiha ye: naskirina kûr a fikrên Rêber Abdullah Ocalan, rêxistinkirina çalakiyên zarokan, pêşxistina çalakiyên îdeolojî yên girêdayî fikrên Rêber Abdullah Ocalan, xwendina perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan...hwd.

(mh)