ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-7-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-7-2025
18 tîrmeh, 2025   02:00

Şêniyên bajarê Qamişlo der barê îmhakirina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk de axivîn û diyar ku Hêviya wan ya ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan her diçe mezintir dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji dema hilweşîna rejîma Baas heta niha li herêmên Taziqiye, Hums, Hema û Tertus bi sedan jin hatine revandin. Lê tu lêkolîn û raporên fermî nehatine amadekirin, lêpirsîn çênebûne. (BI WÊNE)

Ji destpêka Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012`an ve gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşîneke bêhempa ya berxwedan û veguherînên siyasî kir. Ev rêwîtî bi derxistina rejîma Baasê ji bajaran dest pê kir û bi gavên girîng ên wekî rizgarkirina Kobaniyê û têkçûna DAIŞ`ê re bi pêş ket. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên bajarê Kobanê şehîdên Pirsûsê li parka Şehîdên Pirsûsê ya li taxa şehîd Peyman a Kobanê bi bîr tînin saet di 19:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)