Komên çekdar derbasî gundewarê Siwêdayê bûn

Komên çekdar derbasî gundewarên bakur û rojava yên Siwêdayê bûn. Hemwextî wê pevçûn, topbaran û şewitandina malan didome. Li parêzgehê kehrebe û peywendî qut bûne û nexweşxaneya nîştîmanî ji xizmetê derketiye.

Komên çekdar derbasî gundewarê Siwêdayê bûn
18 tîrmeh, 2025   00:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê êvarê komên çekdar derbasî gundewarên bakur û rojava yên Siwêdayê bûn. Hemwextî wê înternet, peywendî û kehrebe qut in, nexweşxaneya nîştîmanî ya bajêr ji xizmetê derketiye û krîzeke mirovî li bajêr rû daye.

Li gorî tora Siwêda 24 komên çekdar ji gundê Sûda Kebîra û bajarokê Tehle bi erebe û matoran derbas bûn û hin gund topbaran kirin.

 Êrişkaran agir berda hin malên gundên ku derbasî wan bûne û ketin pevçûnan. Di encamê de qurbanî çêbûn û şênî ber bi rojhilatê Derayê ve koçber bûn.

Agahî hene ku balafirên bêmirov ên Îsraîlê li ezmanê başûrê Sûriyeyê digeriyan.

(mh)