Li Til Temirê salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê hat pîrozkirin

Li bajarê Til Temirê bi boneya salvegera 13'emîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê şahiyeke girseyî hat lidsrxistin.

Li Til Temirê salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê hat pîrozkirin
Li Til Temirê salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê hat pîrozkirin
Li Til Temirê salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê hat pîrozkirin
Li Til Temirê salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê hat pîrozkirin
Li Til Temirê salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê hat pîrozkirin
Li Til Temirê salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê hat pîrozkirin
Li Til Temirê salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê hat pîrozkirin
Li Til Temirê salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê hat pîrozkirin
18 tîrmeh, 2025   00:01
HESEKÊ

Bi boneya salvegera 13'emîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê şahiyeke girseyî li hola Kinêr a bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê hat lidarxistin. Di şahiyê de bi dehan şêniyên bajêr, endamên saziyên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî amade bûn.

Di serî de peyamên pîrozbahiyê li ser navên saziyên Rêveberiya Xweser hatin xwendin û tê de girîngî bi domandina têkoşînê û parastina destkeftiyên şoreşê û rûniştandina jiyana hevbeş hat dayîn.

Şahî bi gerandina govendan di ber stranên koma Şoreş a Navenda Çand û Hunerê ya Til Temirê bi dawî bû.

(mh)