ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18 - 4 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18 - 4 – 2025
18 nîsan, 2025   02:00

Rewşenbîrên bajarê Dirbêsiyê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker a di helwesta xwe ya li hemberî banga Rêber Abdullah Ocalan de ne cidî ye û çareseriyê naxwaze û got: “Bêyî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan em nikarin li ser pêşvajoya aştiyê biaxivin."

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi saya xebatên berdewam ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, bi taybet Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin, jiyana xwe bi ewlehî û aramî didomînin.

Jinên ji kantona Dêrazorê diyar kir ku ew Danezana Destûrî ya destilata Şamê napejirînin û diyar kir ku Sûriyeyeke nû bêyî dengê jinan û beşdariya wan a çalak nayê avakirin.

Şervanên li eniya Bendava Tişrînê ku li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şer dikin, destnîşan kir ku ew ê li dijî êrişan têkoşîna xwe bidomînin û nehêlin çete derbasî xaka wan bibin.

Kurdên Rojavayê Kurdistanê di encama nîqaşên dûr û dirêj de biryar girtibûn ku 18’ê Nîsanê (2025) konferansa avakirina helwesta yekpare çêbikin, lê bi hinceta kêmasiyên teknîkî hat taloqkirin. Niha pirsa tê kirin ev e; “Konferans dê kengî çêbibe?”

Kongra Star bi boneya salvegera damezrandna KJK’ê,  li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya bajarê Kobanê (11:00), li bajarê Qamişlo (10:00), li navenda Serdem a bajarê Hesekê (16:00), li bajarên Dêrik, Tirbespiyê û Amûdê (17:00) û li bajarokê Rimêlanê (18:00), şahiyan li dar xistin. BI WÊNE Û DÎMEN

Bi diruşma "Hunera azad bi deng û rengê jinê ye" çalakiyên Festîvala Wêje û Hunera Jinê ya li baxçeyê Azadî yê Qamişloyê didomin, (17:00). BI WÊNE Û DÎMEN