Konferansa Kurdên Rojava dê kengî pêk were?

Kurdên Rojavayê Kurdistanê di encama nîqaşên dûr û dirêj de biryar girtibûn ku 18’ê Nîsanê (2025) konferansa avakirina helwesta yekpare çêbikin, lê bi hinceta kêmasiyên teknîkî hat taloqkirin. Niha pirsa tê kirin ev e; “Konferans dê kengî çêbibe?”

Konferansa Kurdên Rojava dê kengî pêk were?
18 nîsan, 2025   07:25
QAMIŞLO

 Li Rojavayê Kurdistanê di navbera partî, rêxistin, sazî û kesayên Kurd de, mijara yekîtî û avakirina helwestek siyasî ji sala 2012’an ve rojevek nîqaşan e. Ev nîqaş li gorî şert û mercan, geşedanên li herêmê carinan gerim bûn, carinan jî ketin rêzên dawî yên rojevan, lê her berdewam bikin. 

Geşedanên bi lez ên li Suriyeyê û herêmê, bi taybetî piştî hilweşîna rejîma Baas, ev mijar careke din ket rojeva Kurdan.

Partî, rêxistin û kesayetên Kurdan mijdara sala 2024’an ve careke din dest bi danûstendinan kirin. Rojeva sereke jî pêkanîna konferansek netewî û di wir de avakirina helwestek siyasî bû. Ji bo vê yekê komîteyek amadekar a ji nûnerên partî, rêxistin û kesayetan pêk tê hat avakirin.

Komîteyê bi gelek derdoran re hevdîtin kirin, civînên cur bi cur çêkirin û nêrin wergirtin. Di encama danûstendinan de ji bo pêkanîna konferansê nêzikahiyek hevpar derket holê. Lê ev rê jî wisa bi hêsanî nehat derbaskirin.

Heta niha gelek caran ji bo dîroka pêkanîna konferansê nêrîn derketin, lê her carê astengiyên cuda derketin holê û her taloqkirin derket pêş. Hinek caran partiyan hevûdin tawanbar kirin, sedemên cuda nîşan dan. Li ser ragihandinê, hinek mijar hatin vegotin, lê di piştperdeyan de jî gotubêjin berfirehtir hatin meşandin. Astengiyên navxweyî û derve ku aliyên pêwendîdar nexwestin li ser ragihandinê vebêjin, hatin nirxandin.

Dirêjkirina mijarê êdî di navbera civakê de bû sedena nerazîbûn û rexneyan. Vê yekê zextek li aliyên muhatap kir ku lez bidin hevdîtinên xwe. Di encama hevdîtinên ku serê salê zêde bûn de, destpêka Nîsanê lihevkirin çêbû ku konferans pêk were. Piştî hefeteyekê jî biryar hat girtin ku 18’ê Nîsanê konferans çêbibe.

Biryar ji bilî Rojava, li parçeyên din ên Kurdistanê û ragihandina derve jî bû mijara gotûbêjan. Li Rojava jî heyecana pêkanîna konferansê çêbû, lê 16’ê Nîsanê hat diyarkirin ku konferans taloq bûye.

Rayedaran sedema taloqkirinê wekî kêmasiyên teknîkî ji raya giştî re eşkere kirin. Lê hurgiliyên van kêmasiyan nehatin parvekirin.

Piştî taloqkirinê nîqaşên cur bi cur hatin kirin. Li gorî hinek derdoran nakokiyên navbera partiyan hîn tam ranebûne. Li gorî hinekan jî wê di demeke kurt de çêbibe. Çavkaniyên ku ev agahî dan me nexwestin navên xwe eşkere bikin, lê gotubêj didomin.

Li aliyê din rayedarên ENKS’ê jî bi riya ragihandinên hin axaftinên balkêş kirin. Berdevkê ENKS’ê Feysel Yûsif ji televîzyona KANAL 8 re axivî û diyar kir ku wan amadekariyên xwe temam nekirine. Lê Feysel tiştek din a balkêş got û îdîa kir ku wan dîroka lidarxistina konfernasê ji aliyê xwe ve heta niha diyar nekiriye. Feysel Yusif got: “Me heta niha dîrok diyar nekiriye ku em taloq bikin. Heta bidawîkirina amadekariyan em ê dîrokekê diyar bikin.”

Gotubêj berdewam dikin, lê heta niha tu aliyan dîrokek cudatir bilêv nekiriye. Niha pirsa tê kirin ev e; “Konferans dê kengî pêk were?”

(sb/a)

ANHA