Îsraîlê rê neda helîkopterên Urdinê serokê Filistînê veguhêzin Sûriyeyê

Çavkaniyeke Filistînê da zanîn ku Îsraîlê rê neda 2 helîkopterên Urdinê bikevin asîmanê Şerîda Xezayê, da ku serokê Filistînê Mehmûd Ebas û şandeya pê re ji Ramellah veguhêzin Sûeiyeyê.

 Îsraîlê rê neda helîkopterên Urdinê serokê Filistînê veguhêzin Sûriyeyê
17 nîsan, 2025   23:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyeke Filistînê ji tora nûçeyan a Russia Today re diyar kir ku ku Îsraîlê nehişt 2 helîkopterên Urdinê bikevin Şerîda Xezayê, da ku serokê Filistînê Mehmûd Ebas û şandeya pê re ji Ramellah bibin Sûriyeyê.

Heman çavkanî destnîşan kir ku rêveberiya Filistînê bi dewletên Erebî re di nava peywendiyan de ne ku vê yekê pêk bînin û got sedemên rênedayînê siyasî ne.

Her wiha çavkanî da zanîn diviya bû helîkopter saet 2 piştî nîvro bigihîştana Xezayê, serokê Filistînê û şandeya pê re veguhastana.

(mh/fr)