ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-10-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-10-2025
18 cotmeh, 2025   02:00

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê diyar kir ku gavên dewleta Tirk ên der barê Banga Aştî û Civaka Demokratîk de hêdî ne û ev yek pirsan li ser cidîbûna wê derdixin holê. Şêniyan got gelê Kurd serxistina pêvajoya aştî û civaka demokratîk berpirsyariyeke dîrokî ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Jinên ku ji bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî koçber bûne, daxwaza vegera ewle bo malên xwe kir. Jinan got bêyî bidawîkirina hebûna artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê ew nikarin vegerin bajar û gundên xwe. BI WÊNE Û DÎMEN

Şaredariya Gel a Qamişloyê projeyên berfireh li piraniya taxên bajêr pêk tîne. Şaredariyê ragihand ku ji sedî 80’yê plana xwe ya salane temam kiriye û karê mayî li gorî bernameyê didome. BI WÊNE Û DÎMEN

Piraniya akademîsyen, endezyar û karmendên Navenda Lêkolînên Zanistî ya Sûriyeyê bêyî biryarên fermî yan hincetên qanûnî ji kar hatin avêtin. Ev yek bû sedema nerazîbûnên li dijî "binpêkirina qanûnê” û "cudakariya mezhebî". BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên kantona Dêrazorê diyar kir ku projeya neteweya demokratîk vebijrêka yekane ya parastina destkeftiyên herêmê ye û piştgiriya xwe bi QSD’ê re anî ziman. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan li pêşa malbata şehîd a li taxa Hîlaliyê yê Qamişloyê merasîma xiyabî ji bo şehîd Mehmûd Xelef li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Kongreya Îslama Demokratîk bi hevkariya Komeleya Rojavayê Kurdistanê bi diruşma "Na ji tundrawiyê re, erê ji pirrengiyê re" li hola Burc a Qamişloyê panelekê li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Dêrazorê der barê êrişa dijî Komîteya Kombûna Jinan a Zenûbiya û şewitandina nivîsgehê ya li bajarokê Ebû Hemam a gundewarê rojhilatê kantonê, li pêş avahiya meclisê ya li Kîsrayê daxuyaniyekê dide, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Bajarê Hezîme yê kantona Reqayê, mala komîna nimûne li Meclisa Gel a Bajarokê Tişrînê vedike, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Desteya Perwerdê û Fêrkirinê xwendekarên amadehî yên serketî, ji bo ked û jêhatiyên wan ên xwendinê, li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê xelat dike, 10.30ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê, li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Xezwan Xelîl Emîn oxir dike, 16.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Tevgera Mezopotamyayê ya Çand û Hunera Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo piştgiriya têkoşîn û berxwedana QSDˊê, bi beşdariya Hunergeha Şehîd Welat, li Parka Azadî ya Qamişloyê konsertekê li dar dixe, 16.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Dostên Mûzexaneya Reqayê bi hevkariya Desteya Çandê ya Reqayê çalakiya rojên çandî ya li Pirtûkxaneya Wetenî ya Reqayê bi dawî dike, 16.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Yektiya Rewşenbîrên kantona Cizîrê bi hevkariya Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya PYDˊê têkildarî rewşa siyasî û siberoja Sûriyeyê, li Parka Xwendinê ya Hesekê, panelekê li dar dixe, 18.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN