ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-01-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-01-2026
18 ÇILE, 2026   02:00

Rojnamevan Strêk Gulo şehîd Zelal Zagros bi bîr anî û got “şehîd Zelal têkoşîn di jiyanê de xwendibû û di kesayeta wê de girêdana axa welat û jin de dihat dîtin”. BI WÊNE Û DÎMEN

Îmam û meleyên mizgeftan li Hesekê banga yekîtî û aştiya navxweyî, redkirina nefretê û jiyana hevbeş kirin. Meleyan li hember ragihadina siyasî û destwerdanên biyanî yên ku dixwazin di navbera pêkhateyên civaka Sûriyeyê de pevçûnan derxînin hişyarî dan. BI WÊNE Û DÎMEN

Şahidekî hovîtiya li dijî şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diyar kir ku sûcên li wan taxan hatine kirin, sûcên li Enfal û Helebceyê anîn bîra wan û got cenazeyên sivîlan li ser rêyan belav bûn û aqûbeta bi hezaran revandiyan nayê zanîn. BI WÊNE Û DÎMEN

Xwendekarên Peymangeha Tenduristiyê diyar kir ku fedakariyên şehîdan û berxwedana parêzvanên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bûn jêdera îlhamê û hêza domandina rola wan a mirovî û neteweyî li hemberî gelê xwe. BI WÊNE Û DÎMEN

Serokê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê, Telal Mihemed, biryarnameya serokê hikumeta demkî di derbarê ziman û çanda Kurdî de rexne kir û diyar kir ku ew ne li gorî daxwazên gelê Kurd e û ne jî têkoşîn û qurbaniyên wan nîşan dide. Mihemed banga vegera li peymana 10`ê Adarê û nivîsandina destûrek hevbeş kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên kantona Firatê boneya salvegra êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Efrînê, dê xwepêşandanekê li bajarê Kobanê li dar bixin. 12.00. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarên Qamişlo, Amûdê, Til Koçer, Til Temir, Dirbêsiyê, Girkê Legê, Dêrikê û Çilaxa, dê ji bo piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk û şermezarkirina êrişên çeteyên hikumeta demkî, dakevin qadan. 11.00 – 12.00. BI WÊNE Û DÎMEN

Xwendekarên Peymangea tenduristiyê dê ji bo piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk û şermezarkirina êrişên çeteyên hikumeta demkî li navenda peymangehê li Hesekê xwepêşandanekê li dar bixin. 12.00 BI WÊNE Û DÎMEN

Çalakiya gireva birçîbûnê ya li pêşiya baregeha Hevpeymaniya Navneteweyî li Hesekê di roja 8`mîn de dewam dike. BI WÊNE Û DÎMEN