Meşvanên Bakur: Li Rojava berxwedan e

Nerazîbûnên li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro jî li gelek bajaran dewam kir û banga bilindkirina têkoşîn û parastina Rêveberiya kirin.

Meşvanên Bakur: Li Rojava berxwedan e
17 ÇILE, 2026   23:37
NAVENDA NÛÇEYAM

Nerazîbûnên li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro jî li gelek bajaran dewam kir. Li Êlihê bi pêşengiya Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) meşek hate lidarxsitin. 

Platforma Saziyên Demokratîk a Mêrsînê jî bi armanca şermezarkirina êrişên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê meşek li darxist.

Di dema meşê de girseya pankarta, “Rojava tenê nîne, parastina Rojava parastina mirovahiyê ye, Rojava xeta me ya sor e” vekir, sloganên, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Ciwan fedayiyên Apo ne” berz kirin.  pankarta, “Rojava ne bi tenê ye, ciwan xwedî li Rojava derkevin” vekirin.

Piştî axaftinê girseyê bi slogan û çepikan piştgiriya xwe domand.