ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-01-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-01-2024
18 ÇILE 2024   02:00

Şêniyên kantona Firatê û kantona Minbicê destnîşan kir ku ew ji êrişên dewleta Tirk a dagirker natirsin û dev ji rêya serkeftinê bernadin û got şoreşa wan dê bi ser bikeve. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di çarçoveya piştgiriya pêngava ˊJi Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasîˊ de xelkê kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe di fikrên Rêber Abdullah Ocalan de kûr bikin, ji ber ku tê de nêrîn û fikrên altarnatîf hene û dikare di navneteweyî de pêk were ku ji bo tevahî dozan çareserî ne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Yekitiya Suryan Îshaq Cendo êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û diyar kir ku bi lihevkirina hikumeta Şamê ya ku dixwaze projeya Rêveberiya Xweser têk bibe, dewleta Tirk êriş herêmê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ruxmî 5 sal derbas bûn, hîn jî zehmetiyên ku dewleta Tirk a dagirker li ser koçberan hiştine, dewam dikin, lê birîneke nayê jibîrkirinê hişt. Ev rewşa yek ji jinên hevjîna xwe ji 5 salan ve winda kiriye, ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Çalakiya konvedanê ya li Tirbespiyê ya li pêşiya navenda Kongra Star hatiye vedan, bi dawî dibe. Saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Navçeya Tirbespiyê li pêş navenda Kongra Star bi boneya salvegera êrişa dewleta Tirk a dagirker li dijî Efrînê daxuyaniyekê dide, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêxistina Mafên Mirovan a Cizîrê, Yekitiya Parêzerên Cizîrê û Meclisa Edaletê ya Kantona Cizîrê li pêş Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk daxuyaniyeke hevbeş didin, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Navçeya Çilaxa li pêş navenda navçeyê bi boneya salvegera êrişa dewleta Tirk a dagirker li dijî Efrînê daxuyaniyedkê dide, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Partiya Yekitiya Demokratîk (PY) der barê destpêkirina êrişên dagirkeriyê li dijî Efrînê li Kampa Berxwedan a li Şehbayê daxuyaniyekê dide, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Saziyên civaka sivîl û xelkê Qamişloyê bi boneya salvegera êrişên li dijî Efrînê û êrişa şaneyên çeteyên DAIŞˊ li ser girtîgeha Xiwêran a Hesekê li Çerxerêya Efrîn a li Qamişloyê daxuyaniyekê didin, saet 12:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê ji bo gerîlayê HPGˊê Zirgar Çavreş ku di hemleya dawî ya gerîlan a li dijî artêşa Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê li gundê Qola ya navçeya Qenayê ya kantona Firatê merasîmeke xiyabî li dar dixe, saet 12:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li dika Mîtan a şanoyê ya li Şehbayê Festîvala Mîtan a Şanoyê bi şanoyeke nû dewam dike, saet 14:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endamên ciwanên şoreşger li navçeya Çilaxa ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşekê li dar dixin, saet 17:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA