Hêzên Ewlekariya Hundirîn DAIŞˊiyek girt

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Minbicê çeteyekî DAIŞˊê girt, çek û cebilxaneya wî desteser kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn DAIŞˊiyek girt
17 ÇILE 2024   23:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera fermî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hêzên wan piştî çavdêriya bi mehan dom kir operasyoneke serdegirtinê pêk anîn û çeteyekî DAIŞˊê girt. Di lêpirsînê de wî li xwe mikur hat ku endamê DAIŞˊê ye.

Her wiha hêzê anî ziman ku lêpirsînên pê re dewam dikin da ku ferdên din ên şaneyê û çalakiyên plan dikirin, aşkera bikin.

(fr)