Navenda Metro: Herêma Kurdistanê ji bo rojnamevanan ne cihekî ewle ye

Navenda Metro ya ji bo Parastina Mafên Rojnamevanan destnîşan kir ku Herêma Başûrê Kurdistanê ji bo karê rojnamevanan ne cihekî ewle ye. Di sala 2023'yan de jî 249 rewşên binpêkirina mafên rojnamevanan belge kirin.

Navenda Metro: Herêma Kurdistanê ji bo rojnamevanan ne cihekî ewle ye
17 ÇILE 2024   22:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Metro ya ji bo Parastina Mafên Rojnamevanan îro rapora xwe ya salê bi civîneke çapemeniyê li hotela Ramada ya bajarê Silêmanî yê Herêma Başûrê Kurdistanê eşkere kir.

Rêveberê navendê Diyarî Mihemed desthilata Herêma Başûrê Kurdistanê rexne kir û got: "Herêma Kurdistanê ji bo karê rojnamevanan cihekî metirsîdar û ne ewle ye, her wiha raporên navneteweyî yên rêxistinên bê înor 'CPJ' û Rêxistina Mafên Mirovan diyar kirin ku 2023'yan li Iraqê bi giştî û li Herêma Başûrê Kurdistanê ji bo rojnamevanan û karê wan saleke bitirs û ne guncaw bû."

Mihemed wiha domand: "Der barê revandina edîtorê beşa Erebî ya ajansa ROJNEWSˊê rojnamevan Silêman Ehmed de, heta niha ew girtî ye û hevdîtina malbat û parêzerên wî pê re hatiye qedexekirin, li gor qanûnê eger sûcê wî çi be jî pêwîst e parêzerên wî serdana wî bikin."

Li gor bîlançoya navendê di rapora salê de, di sala 2023'yan de 249 rewşên binpêkirinê li dijî 247 rojnamevan û saziyên ragihandinê hatine belgekirin, her wiha 38 rewşên desteserkirina amûrên rojnamegeriyê û 27 rewşên gefxwarin, êriş û biçûkxistinê, 5 rewşên binçavkirina derqanûnî, 37 rewşên rawestandinê bê biryarên fermî yên dadgehan, 4 rewşên êrişên teknîkî, 2 rewşên şikandina amûrên rojnamegeriyê û 2 rewşên êrişkirina malên rojnamevanan, hatin belgekirin.

(mh)