ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-7-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-7-2025
17 tîrmeh, 2025   02:00

Jinên ji Heleb, Efrîn û Qamişloyê diyar kir ku ew bi banga Rêber Abdullah Ocalan bawer in û got divê dewleta Tirk gavên şênber biavêje. Jinan ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan soza domandina têkoşînê da. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kuştina bijîşk Fatin Hilal dema vedigeriya nexweşxaneya watanî ya Siwêdayê, tundiya li dijî jinan li Sûriyeyê tê kirin, rave dike. Li hember wan êrişan divê jin xwedî yek nêrîn û helwest bin. (RAPOR)

Meclisa Bajar a Hesekê bi hevkariya şaredarî û saziyên bajêr, kampanyaya paqijiyê ya ku di 12`ê Nîsanê de dest pê kiriye, berdewam dike. Di çarçoveya kampanyayê de heta niha 10 taxên bajêr hatine paqijkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Polîtîkayên paşguhkirin û înkarkirinê ku di dîrokê de li Sûriyeyê hatin meşandin motîvasyonên bihêz ên avakirina modeleke siyasî û civakî ya alternatîf anku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk derxistiye holê. Rêveberiya Xweser xwe dispêre rêgezên edaleta civakî, wekheviya di navbera hemû pêkhateyan de û beşdariya jinan di hemû qadan de.(DOSYA)

Şîrketa Fiber Speed bi civîneke çapemeniyê li parka Azadî ya Qamişloyê navenda xwe vedike saet di 8:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

TEV-DEM`ê têkildarî pergala hevserokatiyê li avahiya Zanîngeha Rojava ya li Qamişloyê konferanseke taybet li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Çilaxa di çarçoveya bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de, çalakiyeke hunerî li Parka Jinan a bajarê Çilaxa li dar dixe saet di 19:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kampanya paqijkirinê û pêşxistina hişmendiya hawîrdorê ya heftane li bajarên Dirbêsiyê, Til Temir, Hol berdewam e saet di 9:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star a Hesekê ji bo nîqaşkirina têgeha rêveberiya komînal, civînekê ji hevserokên saziyan û meclisan re li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên bajarê Şedadê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ebdulqadir Cihîş El Ehmed li goristana şehîdan a Şedadê oxir dike. Her wiha ji bo endamên Hêzên Ewlekariy Hundirîn Etallah Ilawî El Îbrahîm, Tariq Hemad El Elî, Mehmûd Zuhdî El Ebdullah, Qusay Ehmed Îsa merasîmeke xiyabî li dar dikeve saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Çandê ya kantona Cizîrê bi hevkariya Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunerê li Navenda Çand û Hunerê ya Xabûr a li Hesekê der barê pêşbirga “nivîskarê siberojê” testeke devkî tê çêkirin saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)