Li gel rewşa li Siwêdayê tenê rêyek li pêşiya jinên sûriyeyî heye: yekitî

Kuştina bijîşk Fatin Hilal dema vedigeriya nexweşxaneya watanî ya Siwêdayê, tundiya li dijî jinan li Sûriyeyê tê kirin, rave dike. Li hember wan êrişan divê jin xwedî yek nêrîn û helwest bin.

Li gel rewşa li Siwêdayê tenê rêyek li pêşiya jinên sûriyeyî heye: yekitî
17 tîrmeh, 2025   03:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Gelê Sûriyeyê careke din rûbirûyî îdeolojiya tundraw e ku berdewama êrişên DAIŞ`ê li ser Kobanê, Reqa, dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, komkujiyên li peravê, gundewarê Şamê û Siwêdayê ye. 

Li Reqayê komkujiyên herî hovane li dijî mirovahiyê bi destê DAIŞ`ê hatin kirin. Jin, zarok hatin kuştin. Gihaşt wê astê ku qadeke bajêr bûbû qada serjêkirinê û nave çerxerêya Cehnimê (dojeh) lê hate kirin. Her wiha bajarê Reqayê veguherî sûka firotina jinan nemaze yên êzidî. 

Ji dema ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarê Efrînê dagir kiriye ve, sûcên dermirovî li dijî jinan û zarokan hatin kirin. Ji bo rawestandina van sûcan û hesab ji sûcdaran were pirsîn hêzên navneteweyî ti helwest nîşan nedan. Ji wan sûcan ên herî hovane, lîstina bi cenazeyê şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Barîn Kobanê (1`ê Sibata 2018`an) e.

Çeteyan 9`ê Cotmeha 2019`an dema êriş bajarê Serêkaniyê û Girê Spî kirin, sekreterê giştî yê Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef qetil kir û bi cenazeyê wê lîst.

Piştî ketina rejîma Baasê 8`ê Kanûna 2024`an û piştî ku desthilata nû li Sûriyeyê dest bi erkê xwe kir, li herêmên di bin kontrola wê desthilatê de, perava Sûriye û Siwêdayê tevlihevî, sûcên hovane li dijî mirovahiyê tên kirin.

Li gorî gelek raporan, li perav û Hemayê bi hezaran kes hatin kuştin û bi sedan jin hatin revandin.

Ev sûc li Siwêdayê jî dubare bûn. Li gorî çavkaniyên xwecih, çekdaran bijîşka bi nave Fatin Hilal dema diçû nexweşxaneyê bi guleyekê di seriyê wê de kuşt. Li gundê Dor jî, bi awayekî hovane êriş gelek jinan kir. Dayîka Fewziye Fexredîn El Şaranî yek ji wan bû ku ji bo parastina gund û taxa xwe helwesteke bi rûmet nîşan da.

Sûcên hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê berdewam in ku di encamê de malbat bi temamî hatine kuştin, bi dehan jin û zarok di encama topbarana bêser û ber de, birîndar bûn.

Li Kobanê jî, vîna jinên Kurd, rastiya ku çeteyên DAIŞ`ê pê bawer dikirin, guhert. Şervana YPJ`ê Arîn Mîrkan 5`ê Cotmeha 2014`an çalakiyeke fedayî li dar xist û nehişt çeteyên DAIŞ`ê bikevin bajarê Kobanê. Lewma divê jinên sûriyeyî li hember van sûcan û ji bo rawestandina êrişên li dijî xwe, helwestekê nîşan bidin û xwe birêxistin bikin.

(şx)

ANHA