Rîcal El Kerame: Beyî vekişîna tevahî hêzên êrişker lihevkirin ne pêkane

Tevgera “Rîcal El Kerame” destnîşan kir ku ew ti lihevkirinekê li Siwêdayê qebûl nakin madem hêzên êrişker û yên ku komkujî li dijî sivîlan kirine, bi temamê ji bajêr venakişin. Tevgerê teqezî bi domdandina şer heta dawiyê kir.

Rîcal El Kerame: Beyî vekişîna tevahî hêzên êrişker lihevkirin ne pêkane
16 tîrmeh, 2025   23:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera “Rîcal El Kerame” bi daxuyaniyekê ragihand ku madem hêzên êrişker û yên destê wan di sûcên hovane de hene ji Siwêdayê venakişin, ew bi hikumetê re li hev nakin. 

Tevgerê destnîşan kir ku piştî kuştina rêber û şervanên wê di şerên dawîn de, dê şer û parastinê heta “şervanê herî dawî” bidomîne.

Hin dezgehên çapemeniyê ragihandibûn ku aliyên nakok gihaştine hev û dê agirbest pêk were lê Serokatiya Ruhanî ya Musilmanên Miwehidîn a Durziyan ew agahî derewan. 

(şx)