ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17 – 1 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17 – 1 – 2025
17 ÇILE, 2025   02:00

Mihemed Salih Dawud tevî temenê xwe yê mezin û tevî sir û sermayê bi îradeyeke bihêz di nobetiya parastina bajarê xwe de cih digire. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên kantona Cizîrê diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan berpirsyariya avakirina jiyaneke demokratîk, aştiyane û edilane ji bo tevahî gelên Rojhilata Navîn, bi taybetî gelên Kurd û Tirk girte ser xwe. Şêniyan xwest Rêber Abdullah Ocalan demildest serbest bê berdan. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diyar kir ku berxwedana li Bendava Tişrînê dê bibe destpêka bidawîbûna dagirkeriya Tirk a li herêmê. BI WÊNE Û DÎMEN

Cîgira Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve Gulîstan Elî destnîşan kir ku ew binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gel û herêmê bi raporan belge dikin û dighînin saziyên girêdayî NY`ê û got, “Bersivdayîna wan aliyan tenê di çarçoveya daxuyaniyan de dimîne.” BI WÊNE Û DÎMEN

Di rûpelên fedaîyetî û têkoşînê de navê şehîd Ubey Şaban wekî sembola lehengî û dilsoziyê derdikeve pêş. Çîroka şehîd Ubey Şaban ku li Reqayê dest pê dike, bi efsaneke lehengiyê ya li eniyên Til Rifetê bi dawî dibe. BI WÊNE Û DÎMEN

Rêvebera Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku hedefgirtina sivîlên ku banga parastina bendavê dikin sûc e û li hemberî wê yekê jî cîhan bê deng e.

Bi armanca banga parastina bendava Tişrînê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, şêniyên bajarên Qamişlo, Tirbespiyê û Amûdê berê xwe didin bendava Tişrînê. Şêniyên Qamişlo û Tirbespiyê li çerxerêya Yûsif Gulo ya Qamişlo kom dibin û şêniyên Amûdê jî li çerxerêya Şengalê kom dibin. (08:00). BI WÊNE Û DÎMEN

HPC’ê ya bajarê Til Temir bi daxuyaniyekê li parka Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Til Temirê piştgiriya xwe ji QSD’ê re dubare dike.(15:00). BI WÊNE Û DÎMEN

TEV-DEM û Desteya Tenduristiyê ya kantona Cizîrê ji bo nîqaşkirina rewşa tenduristyî hemwextî geşedanên li Sûriyeyê û Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî, civînekê li bajarê Hesekê li dar dixin. (17:00). BI WÊNE Û DÎMEN