ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-06-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-06-2024
17 hezîran 2024   02:00

Di salvegera duyemîn a şehadeta Ferhad Şiblî (Ferhad Dêrik) de, wê akademiya li ser navê wî ku par (2023) dest bi çêkirina wê hatibû kirin, bê vekirin û dewreya perwerdeyê were destpêkirin. (BI WÊNE)

Koçberên ji Efrînê yên li kampên Şehbayê dimînin, diyar kir ku hêviya wan a ji cejna Qurbanê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û vegera li Efrînê ya piştî rizgarkirinê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xerckirina zêde ya avê ji bo çandiniyê yek ji sedemên sereke yên çolbûyîn û zuhabûnê ye. Di demên dawîn de pergaleke nû ya avdanê derket ku avê zêde xerc nake û berhemdariyê zêde dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şehîd Ferhad Dêrik di salvegera şehadeta xwe ya duyemîn de li ser gora xwe li Goristana Şehîd Xebat Dêrik bi bîr tîne, saet 19:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)