Hêviya koçberan azadiya Rêber Abdullah Ocalan û vegera li Efrînê ye
Koçberên ji Efrînê yên li kampên Şehbayê dimînin, diyar kir ku hêviya wan a ji cejna Qurbanê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û vegera li Efrînê ya piştî rizgarkirinê ye.
Koçberên ji Efrînê yên li kampên Şehbayê dimînin, bi boneya cejna Qurbanê hêvî û daxwazên xwe anîn ziman.
Fexriya Him Raşo: Rewşa me ne wekî berê ye. Amadekariyên cejnê sînordar in. Niha em di rewşeke zehmet de ne. Hikumeta Şamê ambargoya li ser me didmîne û dewleta Tirk a dagirker êrişê me dike. Heta ji dest me hat me hewl da pêwîstiyên cejnê dabîn bikin. Em hew dixwazin vegerin Efrînê
Zelûx Qasim: Piştî em ji Efrînê hatin koçberkirin em li kampa Berxwedan dimînin. Hêviya me azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û vegera li Efrînê ya piştî rizgarkirinê ye.
Zekiye Necar: Beriya dagirkirinê rewşa li Efrînê baştir bû, me qurbaniyan û û tevahî keresteyên cejnê dikirîn. Em bang li rêxistinên mirovî dikin ku dengê me guhdar bikin û helwestên cidî li hemberî siyaset û sûcên dewleta Tirk a dagirker bigirin.
Rifet Elûş: 6 cejn derbas dibin em ji herêmên xwe koçober bûne. Bila dewleta Tirk a dagirker bizanibe ku nikare îradeya me bişkîne û me ji pîrozbahiyên cejnê mehrûm bike, ji ber ku em bi doza xwe û fikrê Rêber Abdullah Ocalan bawer in.
(bb)
ANHA