Çalakiya boykotkirinê ya girtiyên azadiyê didome

Çalakiya boykotkirina hevdîtinan û derketina dadgehê ya girtiyên azadiyê  di roja 204’an didome.

Çalakiya boykotkirinê ya girtiyên azadiyê didome
17 hezîran 2024   09:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiyên azadiyê yên li girtîgehên dewleta Tirk di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk” de, di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribû. Girtiyan destnîşan kiribû ku heke heta 15’ê Sibatê roja Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan daxwaza wan neyên qebûlkirin, dê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin.

Girtiyên siyasî piştre di 12’ê Sibatê de daxuyandibû ku ji bo çalakiya wan bandorê li xebatên hilbijartinan neke, biryar dan ku dê piştî hilbijartinê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin. Girtiyên PKK û PAJK’ê di 3’yê Nîsanê de daxuyaniyek weşand û ragihand ku ew bi boneya 4’ê Nîsanê roja jidayikbûna Rêber Abdullah Ocalan, çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî dikin û çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû dikin.

Girtiyan di daxuyaniya xwe de wiha gotibû: “Em çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya dorveger a ku me heta niha dimeşand, di 4’ê Nîsana 2024’an de bi dawî dikin, rojbûna 75’an a Rêberê xwe, lehengiya kedê ya mezin bi hezkirin û dilsoziyeke mezin silav dikin, 4’ê Nîsanê ku rojbûna azade di serî de li Rêber Apo li şehîdên têkoşîna azadiyê, li gerîlayên bi fedaî şer dikin, li gelê me û gelan pîroz dikin. Em dixwazin ragihînin ku emê pêngava xwe ya ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya demokratîk ji pirsgirêka Kurd re’ ji 4’ê Nîsanê û pê ve bi dirûşma ‘Jiyana bi Rêberê xwe re ya di heman şertî de’ bi boykotkirina dadgeh, serdana malbatê û axaftina bi telefonê bimeşînin.

Çalakiya girtiyên siyasî di roja 204’an de bi çalakiya boykotkirina hevdîtinên bi telefonê, hevdîtinên bi malbatan re û derketina dadgehan, didome.