ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-05-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-05-2026
17 gulan, 2026   02:00

Li gorî yasayên Sûriyeyê parêzgarê Hesekê rayedarê herî payebilind ê herêmê ye, dikare rola xwe di aliyên îdarî û rêveberiyê de pêk bîne. Lê tiştên li ser erdê xuya dikin, ev rol pêk nayê, vê jî rê li ber pirsa “Gelo parêzger tê astengkirin?” vekir.

Piştî Şoreşa Rojava jiyana nivîskar Fatma Murad guherî, xwe fêrî zimanê kurdî kir û romana xwe ya yekemîn bi navê `XWE LI SER KIRIN` nivîsand. BI WÊNE Û DÎMEN

Jinên ji Çilaxayê anîn ziman ku yekitiya Kurdan di vê pêvajoyê de gelekî girîng e, bi yekitiyê re berjewendiyên gelê Kurd û deskeftiyên wan werin parastin û garantiya hiqûqî û siyasî were dayîn. Yekitiya neteweyî berpirsyariyeke komî ye ji hemû civaka Kurd û hêzên siyasî tê xwestin. BI WÊNE Û DÎMEN

Piştî çand salên hişkayî û ziwahiyê, îsal şêniyên devera Aliyan a Çilaxayê dîsa vegeriyan çandina sebze û fêkiyên havînê wekî zebeş, gundor, tirozî û fincikan. BI WÊNE Û DÎMEN

Hevserokê Ofîsa PYD`ê ya bajarê Hesekê got dewleta Tirk pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên herêmî paşguh dike û di bin zexta herêmî û navneteweyî de pêvajoya aştiyê qebûl kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Li gorî şîrovekaran, civîna Trump a bi hevpîşeyê wî yê Çînî re ji protokolê derbas bû û ceribandineke nû ya hêzê di navbera du aboriyên herî mezin ên cîhanê de nîşan da. Hate gotin, têkiliyên Şam û  Beyrûtê ji qonaxeke wesayet û aloziyê ber bi qonaxeke li ser bingeha hevkariyê û berjewendiyên hevpar ve diçe.

Meclisa Malbatên Şehîdan li bajarê Tirbespiyê ji bo şehîd Mihemed Behaa El Ebûd, merasîma xiyabî li dar bixe, ber dibistana Mecdel El Şemis, li dar bixe. 10.00. BI WÊNE Û DÎMEN

Tevgera Çand û Hunerê li bajarê Tirbespiyê, bo boneya Roja Zimanê Kurdî meşekê li dar dixe, meş dê li ber parka şehîda Zevîn were lidarxistin. 10.30. BI WÊNE Û DÎMEN

Bi dirûşmeya "Bi vîna jinan em Sûriyeya Demokratîk ava bikin" Kongra Stra dê li gundê Şêran ê Kobanê komcivînekê li dar bixe. 11.00 BI WÊNE Û DÎMEN

Bi serpereştiya Kongra Star, şêniyên Til Temir û Zirganê, dê ji bo piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) çalakiyekê li dar bixin, li ber navenda Meclis Malbatên Şehîdan li Til Temirê. 11.00 BI WÊNE Û DÎMEN