Trump: Em negihîjin rêkeftinekê Îran dê bi "demeke pir xirab" re rû bi rû bimîne

Serokê Dewletên Yekbûyê yên Amerîkayê Donald Trump got ku eger bi wan re rêkeftinek neyê çêkirin, Îran dê bi demek pir xirab re rû bi rû bimîne.

Trump: Em negihîjin rêkeftinekê Îran dê bi "demeke pir xirab" re rû bi rû bimîne
16 gulan, 2026   23:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê DYA`ê Trump di hevpeyvînekê de bi kanala fransî BFM re diyar kir ku ew nizane gelo dê di demek nêzîk de bi Îranê re rêkeftinek were çêkirin an na, lê diyar kir ku Îranî dixwazin rêkeftinekê pêk bînin.

Trump wiha domand, "Eger em negihîjin rêkeftinekê, Îran dê bi demek pir xirab re rû bi rû bimîne."

Berê, The New York Times, li ser zimanê hin berpirsên Rojhilata Navîn, ragihand ku Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê û Îsraîl amadekariyên tund ji bo ji nû ve destpêkirina operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê dikin.