Çima rola parêzgarê Hesekê tê astengkirin?

Li gorî yasayên Sûriyeyê parêzgarê Hesekê rayedarê herî payebilind ê herêmê ye, dikare rola xwe di aliyên îdarî û rêveberiyê de pêk bîne. Lê tiştên li ser erdê xuya dikin, ev rol pêk nayê, vê jî rê li ber pirsa “Gelo parêzger tê astengkirin?” vekir.

Çima rola parêzgarê Hesekê tê astengkirin?
17 gulan, 2026   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Di aliyê îdarî de, Sûriye ji 14 parêzgehan pêk tê.  Her parêzgeh ji aliyê parêzgar ve tê birêvebirin. Parêzgar ku berpirsê herî bilind ê parêzgehê ye erkê wî temsîlkirina desthilata navendî û birêvebirina karûbarên wê yên îdarî û xizmetguzarî ye.

Di çarçoveya peymana 29'ê Çileyê ya di navbera QSD û hikumeta demkî de, lihevkirin çêbû ku parêzgarê Hesekê ji hêla QSD'ê ve were diyarkirin. Li ser vê yekê bi birayra hikumeta demkî Nûredîn Ehmed wekî parêzgarê Hesekê hat ragihandin.

Tevî ku parêzgarê Hesekê beriya derxistina birayra fermî ya tayînkirina wî dest bi wezîfeya xwe kiribû, lê heya niha mîna parêzgarên din, nikare rola xwe bi cih bîne.

ERK Û RAYEYÊN PARÊZGAR LI GORÎ QANÛNÊN RÊVEBERIYA HERÊMÎ

Li gorî qanûnên rêveberiya herêmî, erk û rayeyên parêzgar ev in: Nûnerê desthilata navendî li parêzgehê, berpirsiyarê pêkanîna polîtîkayên hikumetê li ser erdê ye. Serokê dezgehên rêveberiyê xwecih e û di rêxistinkirina xebatê di navbera gerînenetiyên hikumetê yên di nav parêzgehê de roleke girîng dilîze. Parêzgar di pêşniyarkirin û tayînkirina serokên herêman û navçeyan de tevkarekî bi bandor e. Pêşniyaran ji rayedarên têkildar re dişîne û pêkanîna wan bi hevrêziya bi wezaretên têkildar re dişopîne.

PARÊZGEHA HESEKÊ; ERDNÎGARÎ Û ÎDARÎ

Parêzgeha Hesekê di aliyê erdnîgarî û îdarî de ji herêm, navçe, bajarok û gundan pêk tê.

Herêmên sereke  ku yekîneyên îdarî yên mezin in ji 5 herêman: Hesekê, Qamişlo, Dêrik, Serêkaniyê û Şedadê pêk tê.

Li parêzgeha hesekê  19 navçe hene, ev navçe girêdayî herêman e, ku li gorî hejmara nifûsê û hewcedariyên xizmetê û berferehiya erdnîgarî hatine destnîşankirin.

Kar û barên parêzgehê bi rêya gerînendetiyên wekî perwerde, Tenduristî, Çandinî û hwd ku girêdayî wezaretên navendî ne têne birêvebirin. Ev rêveberî bi teorîkî di çarçoveya planên wezaretan de û di bin çavdêrî û hevrêziya parêzgehê de dixebitin, û pêkanîna polîtîkayên li ser erdê misoger dikin.

ROLA PARÊZGARÊ HESEKÊ TÊ ASTENGKIRIN

Parêzgarê Hesekê ji dema hatiye tayînkirin rola û mîsyona wî bi taybetî di aliyê tayînkirina rêveberên herêm, navçe û gerînendetiyên wezaretan de tê astengkirin. Bo nimune di tayînkirina nûnerê herêmên Serêkaniyê û Şedadê, vekirina deriyê til Koçerê de, her wiha di çalakiyên fermî yên li her du deveran pêk hatin de ne amade bû. Her wiha rêveberên gerînendetiyên parêzgehê bêyî ku rola parêzgar hebe hat tayînkirin.

Li gorî çavkaniyên ku bi pêkanîna peymana 29`ê Çileyê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û dezgehên hikûmetê yên pêwendîdar de agahdar in, ev rewş girêdayî ye bi têgihîştinên siyasî yên têkildarî rewşên ewlehî û îdarî yên li herêmê. Çavkaniyan destnîşan kirin ku hikûmet û komîteyên wê yên entegrasyonê vê rêbazê di rêvebirina hin dosyayan de pêk tînin, û hin biryaran li derveyî çarçoveya desthilata parêzgar dihêlin.

Li gorî heman çavkaniyan, hinek pêkanînên îdarî bi şert û mercên li ser erdê ve girêdayî ne. Ev yek ji bo rewakirina nepejirandina hin pêşniyarên ku ji hêla parêzgar ve hatine pêşkêşkirin an jî ji bo kêmkirina rola wî ya rêveberiyê tê bikaranîn.

Hin çavkaniyên din diyar kirin ku hin rêveberî rasterast bi wezaretê re têkilî dikin, mekanîzmayên hevrêziyê yên ku ji hêla komîteyên parêzgehê yên berpirsiyarê hevrêziya navbera rêveberan ve hatine damezrandin derbas dikin.

LI GORÎ PARÊZGEHÊN DIN

Li parêzgehên wekî Idlib, Hema, Heleb û Şamê, parêzgar erkên xwe bi berfirehî pêk tînin, ji pêşniyarkirin û hevrêzkirina tayînkirina serokên navçe û herêman bigire heya hevrêzkirina bi wezaretan re ji bo pêkanîna planên pêşkeftin û xizmetê. Ev kargêrî beşek ji mekanîzmayên rêxistinî yên ku di pergala rêveberiya herêmî ya Sûriyeyê de hatine pejirandin in.

Lêbelê, li Hesekê, berdewamkirina paşguhkirina rola parêzgar di van mijaran de, li ser li ser bandora rêveberiya xizmetê li parêzgehê û hêza wê ya ji bo pêşxistin sazûmanî di navbera saziyên rêveberiyê û biryarên navendî de, gelek pirs û gumann derdixe holê.

(k)

ANHA