ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-9-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-9-2025
16 îlon, 2025   02:00

Endama Akademiya Jineolojî Buhar Ewrîn destnîşan kir ku Serhildana `Jin, Jiyan, Azadî` bûye herêmî û cîhanî û got, serhildanê çanda berxwedana di zindan de ava kir.BI WÊNE Û DÎMEN

Siyasetmedarên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku hilbijartinên ku hikumeta veguhêz amadekariya lidarxistina wan dike, ne rewa ne û dûrî hemû pîvanên demokrasî û zelaliyê ne. Siyasetmedaran got dixwazin bi van hilbijartinan raya giştî ya derve û hundir bixapînin.BI WÊNE Û DÎMEN

Oldarên ji kantona Tebqayê diyar kir ku ji bo pêkanîna aştiya mayînde azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêwîst e û destnîşan kir ku dewamkirina dîlgirtina wî derfetên çareseriya demokratîk asteng dike.BI WÊNE Û DÎMEN

Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran a kantona Tebqayê karwanekî din ji koçberan ku ji 15 malbatan pêk tê ji kampa El Mehmûdilî ber bi bajarên wan ve rê dike (09:00).BI WÊNE Û DÎMEN

Konferansa Şaredariyan li navenda Hêzên Parastina Civakî (HPC), li bajarê Til Koçer tê lidarxistin (09:30). BI WÊNE Û DÎMEN

Kongra Star him wê li stadyoma 12 Adarê ya bajarê Qamişlo, him jî li qada Jina Azad ya bajarê Kobanê derbarê salvegera şoreşa ‘’Jin, Jiyan, Azadî’’ daxuyaniyekê bide (10:00).BI WÊNE Û DÎMEN

Tevgera ciwanên şoreşger ên Dibêsiyê, Til Temir, Zirgan, Amûdê civîna xwe ya nîvê salê li navenda çand û hunerê ya dirbêsiyê li dar dixe (10:00).BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan li bajarê Til Temirê civîna xwe ya salê li hola Şehîdan li dar dixe (10:00).BI WÊNE Û DÎMEN

Yekîtiya Cotkaran ya kantona Dêrazorê bi armanca xurtkirina karê xwedîkirina mêşên hingiv li deverê li bajarê Hecîn festîvala berhemên mêşên hingiv li dar dixe (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Festîvala şehîd Ronahî Bawer a Govendê, ku ji aliyê Tevgera Çand û Hunerê ya Demokratîk (TEV-ÇAND) û Komîna reqsê ve tê organîzekirin, di roja xwe ya duyemîn de li Parka Azadî ya li Qamîşlo berdewam dike (17:00).BI WÊNE Û DÎMEN

Şandeyên ku peyama Rêber Abdullah Ocalan ji şêx û rûspiyên eşîrên Ereb ên li kantona Cizîrê re gihandin, gera xwe didomînin.BI WÊNE Û DÎMEN