Li Lubnanê ‘’Jineolojî û çanda jinan û civakê’’ hate nîqaş kirin

Li Lubnanê Saziya Jineolojî werşeya kar bi serenavê ‘’Jineolojî û çanda jinan û civakê’’ têkiliya di navbera mêr û jin di çarçoveya civakî û çandî de nîqaş kir, her wiha çand û rola wê di avakirina nerîna civakê de ji bo jinan pênase kir.

Li Lubnanê ‘’Jineolojî û çanda jinan û civakê’’ hate nîqaş kirin
15 îlon, 2025   23:36
NAVENDA NÛÇEYAN 

Saziya Jineolojî li paytexta Lubnanê bi beşdariya Komîteya Çand û Hunerê ya Komeleya Çandî û Civakî ya Newrozê, Komîteya Ciwanan û bi gelek kesayetên cihêreng ên ku bi pirsgirêkên jinan û çanda civakê re eleqedar dibin, werşeyekek kar bi sernavê "Jineolojî, Çanda Jinan û Civak" li dar xist.

Di werşeyê de rêzeçalakiyên aktîf û nîqaşên komî hatin kirin. Beşdaran ji bo komên xebatê hatin dabeşkirin da ku li ser mijarên sereke nîqaş bikin, yên herî berbiçav wiha bû: xwezaya têkiliya di navbera mêr û jinan de di çarçoveya civakî û çandî de, pênaseya çandê û rola wê di şekildana têgihîştina civakê ya li ser jinan de, pirsên vekirî li ser têgeha jinan, çawaniya avakirina têkiliyeke saxlem û hevseng di navbera zayendan de.

Beşdaran analîzek hunerî ya yek ji tabloyên sembolîk, tabloya Şahmaran û wateyên wê yên çandî û efsaneyên bi jinan ve girêdayî kirin.

Her wiha di werşeyê de li ser têkiliya di navbera çand û jinan de sinevizyonek hate pêşandan, ku bandora avahiyên çandî li ser hêzdarkirin an jî dûrxistina jinan destnîşan kir.

Aliyên têkildarî, ji bo ku hişmendiya civakî li ser girîngiya jineolojiyê, ji holêrakirina wêneya asayî ya jinan, avakirina zemîneke bîrdozî ya hevbeş di navbera ciwan û rewşenbîran de ji bo piştgiriya çanda wekheviyê û rêzgirtinê, nas bikin.

(ac/şx)

ANHA