Li Reqayê çeteyekî xeternak hate girtin

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê ragihand ku hêzên taybet bi operasyonekê li bajarê Reqayê çeteyekî DAIŞ`ê girt.

Li Reqayê çeteyekî xeternak hate girtin
15 îlon, 2025   23:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku li Reqayê di operasyonekê de çeteyekî DAIŞ`ê yê xeternak hatiye girtin.

Daxuyaniya navendê bi vî rengî ye: “Hêzên me yên TOL ev çend meh in tevgera terorîstê bi navê Hesen Caflî yê bi navê Ebî Ebdo tê naskirin, dişopîne û di encamê de, cihê lê dimîne tasbît kir, bi ser de girt û bi operasyoneke ewlehiyê ew girt.

Hesen Caflî, di çêkirina TNT`ê de pispor e û li ser endamên şaneyê belav dikir. Madeyên teqemiyê di depoyeke taybet de çêdikir, ji bo ku pê navendên leşkerî û yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, erebe û sivîlan armanc bigire ji bo ku wan bitirsîne û ewlehiya herêmê têk bibe.

Di operasyonê de 180 qalibên TNT, amûrên kontrolkirina teqemeniyê, telefonên berîkan, pere hatin desteserkriin.

Hêzên me dê operasyonên xwe yên ewlehiyê û leşkerî li dijî terorê û her kesê hewl dide ewlehiya herêmê têk bibe, bidomîne.”

(şx)