ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-8-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-8-2025
16 tebax, 2025   02:00

Siyasetmedar û endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê yên li Hesekê daxwaza xwe ya hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re anî ziman û destnîşan kir ku heya Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad nebe aştî ne pêkan e. BI WÊNE Û DÎMEN

Hevseroka Partiya Sûriya Pêşerojê Kewser Doko gavên hikumeta veguhêz ên ji bo lidarxistina proseya hilbijartinê ya parlamentoyê avêtine rexne kirin û got ev hilbijartin platformeke rastîn a biryardayînê ava nakin. BI WÊNE Û DÎMEN

Fermandara YPJ`ê Sozdar Dêrik û Endamê Desteya Serokatiya PYD`ê Aldar Xelîl, rêhevaltiya xwe ya bi Fermandar Nûreddîn Sofî re û têkoşîna wî vegotin. BI WÊNE Û DÎMEN

Endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya diyar kir ku belavkirina nirxên aştî, xwişk û biratiyê di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de mîsogeriya rasteqîn a yekitî  û aramiya wê ye. Endamên kombûnê banga diyalogên avakar û têkoşîna li dijî kîndariyê kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Şedadê dê cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê Ehmed Hesen El Elî li Pakrewangeha Şehîdan a Şedadê bispêrin axê. (11. 00) BI WÊNE Û DÎMEN

Di çarçoveya bernameya Zarhunera Havînê de Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li bajarokê Rimêlan şahiyekê ji zarokan re li dar dixe. (16.00) BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Qamişlo dê cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê Yamin Îbrahîm Elcabanî, li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan bispêrin axê. (18.00) BI WÊNE Û DÎMEN