Zanîngeha Rojava dest bi tomarkirina ji bo xwendina mastera jîneolojiyayê kir

Zanîngeha Rojava ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, deriyê tomarkirina navên xwendekarên mastera Jîneolojiyayê, vekir.

Zanîngeha Rojava dest bi tomarkirina ji bo xwendina mastera jîneolojiyayê kir
15 tebax, 2025   21:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Zanîngeha Rojava ragihand ku ew ji 17’ê Tebaxa 2025’an heta 24’ê Tebaxa 2025’an, deriyê tomarkirina xwendina mastera beşa Jineolojiyayêê vedike ku ev beş yek ji beşên Enstîtuya Zanistên Civakî û Mirovî ya li bajarê Qamişloyê ye.

Kesên ku bawernameya lîsansansên, Jîneolojî, Dîrok, Sosyolojî, Felsefe, Perwerde, Zanistên Siyasî, Wêje û Ziman, Hiqûq û ragihandin wergirtine dikarin navê xwe ji bo mastera Jinelojiyayê tomar bikin.

Biryar e ku ezmûna pejirandinê di 22 Îlona 2025’an pêk were û roja hevdîtina kesayetî ya  namzedên serketî wê paşê were ragihandin.

Rêveberiya enstîtuyê ji kesên ku dixwazin serlêdan bikin xwest ku di dema tomarkirinê ya diyarkirî de serdana Zanîngeha Rojava ya li taxa Hilêliyê ya li Qamîşloyê bikin, her wiha destnîşan kir ku ew dikarin ji bo wergirtina agahiyên zêdetir bi vê hijmara telefonê ya 0997742953 re têkilî bikin.

 )ac)

ANHA