ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-12-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-12-2024
16 kanûn, 2024   02:00

Şêniyên Tirbespiyê diyar kir ku dê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li qadan bin û têkoşînê bidomînin.

Siyasetmendar û rûspiyên eşîrên Kurd ên ji bajarê Dirbêsiyê banga yekitiya neteweyî li partiyên Kurdî kir û gotin, yekitiya neteweyî ya kurdî rêya mîsogerkirina mafên gelê Kurd e.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî welatiyên li kantona Minbicê ya dagirkirî gelek sûc pêk anîn. Divê civata navneteweyî sûcdaran hesab bike, edaletê pêk bîne û êşên gelê Sûriyeyê bi dawî bike.

Nûnerê eşîra El Şerabîn a kantona Cizîrê Mihemed Arif El Hemdon destnîşan kir ku hevgirtin û yekbûna pêkhateyan û piştgiriya wan ji QSD’ê re dê hemû destwerdanên ji derve û şerê taybet ê li dijî gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê rewşa Sûriyeyê li navenda xwe ya li Reqayê daxuyaniyekê dide. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Til Hemîsê cenazeyê şervanê QSDˋê şehîd Malik Ehmed El Mela li goristana şehîdan a bajêr defin dike. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Çilaxa ji bo piştgiriya QSDˋê meşekê li dar dixe. (11:00) Her wiha xelkê kantona Firatê ji Qada Jina Azad a Kobanê meşekê li dar dixe. (12:00) BI WÊNE Û DÎMEN