Balafirên şer ên Îsraîlê balafirgeha Leşkerî ya Dêrazorê bombebaran kir

Balafirên şer ên Îsraîlê radarên li balafirgeha leşkerî ya Dêrazorê bombebaran kirin.

Balafirên şer ên Îsraîlê balafirgeha Leşkerî ya Dêrazorê bombebaran kir
15 kanûn, 2024   23:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) hemwextî êrişî, denqê teqîneke nenas li nêzî pira yekane ya li ser çemê Firatê ku bajarê Dêrazorê û gundê Tehle digihîne hev hat bihîstin.

SOHRˋê diyar kiribû ku balafirên Îsraîlê depoyên çekan û nuqteyên nû li gundewarê Hums û Hemayê, her wiha nuqteyên li herêma Qelemon a gundewarê Şamê bombebaran kirin.

Her wiha SOHRˋê destnîşan kiribû ku balafirên Îsraîlê depoyên çekan li bajarokê Muhece yê li gundewarê bakurê Derayê û depoyan 5ˋan li derdora bajarokê Kefer ê gundewarê Siwêda bombebaran kirin.

(fr)