YE: Dema rakirina cezayên li ser Sûriyeyê hîn nehatiye

Berpirsa siyasetên derve ya YEˋyê Kaja Kallas da zanîn ku eger garantiyên parastina neteweyên din û mafên jinan dûrî tundrawiya olî ji hikumeta nû ya Şamê neyên wergirtin, dê cezayên li ser Sûriyeyê  neyên rakirin.

YE: Dema rakirina cezayên li ser Sûriyeyê hîn nehatiye
15 kanûn, 2024   22:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Kaja Kallas ji ajansa Ruetersˋê re da zanîn ku eger hikumeta nû ya Sûriyeyê gavên erênî ber bi vê mijarê ve biavêje, wê demê mijara rakirina cezayan ji ser Sûriyeyê dê were nîqaşkirin.

Kaja Kallas diyar kir ku hikumeta nû nîşanên erênî diyar kirin, lê belê Yekitiya Ewropayê (YE) dê kar û xebatên hikumetê bişopîne, ne tenê gotinên wê.

Kaja Kallas der barê dubarekirina senaryoyên metirsîdar ên wekî li Iraq, Lîbya û Efganistanê, hişyarî dabû.

(mh/fr)