ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-11-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-11-2025
16 mijdar, 2025   02:00

Rewşenbîrên ji bajarê Til Temirê diyar kir ku aştî bi diyaloga demokrat, naskirina mafên tevahî pêkhateyan û projeya neteweya demokratîk wekî bingeha avakirina Sûriyeya demokratîk a nenavendî pêkan e. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên gundewarên Hemayê ji ber kêmbûna avê zehmetiyên giran dikişînin. Li gundê Belîn toreke avê ya kevn û 2 bîr bene, her du jî ji bo pêdiviyên gund têrê nakin. Li hemberî wê jî aliyên berpirs ên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê tu gav ji bo çareserkirina vê krîzê neavêtine.

Parêzer Mehmûd Cemîl destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê siyasetên nû li herêmên dagirkirî dimeşînin û guhertina demokrafîk didomînin. Parêzer anî ziman ku dewleta Tirk û çeteyên wê dixwazin dagirkeriya xwe rewa bikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Li gundewarên rojava yê Humsê ji ber zêdebûna tevliheviyê û sûcên kuştin û revandinê yên ji aliyê komên çekdar ên xwecih û komên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve, şênî zehmetiyan dikişînin. Hikumeta veguhêz tu gav ji bo destpêkirina lêpirsînan û hesabxwestina ji sûcdaran neavêtine. Her wiha zêdebûna qaçaxtiya pez ber bi Lubnanê ve jî rewşeke tirsnak di nav şêniyan de çêkiriye.

Hevserokê Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Nûrî Şêxo diyar kir ku rakirina bendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşeke lihevkirinên bi hikumeta veguhêz re ye û da zanîn ku ambargoya li ser her du taxan dewam dike. BI WÊNE Û DÎMEN

Çavdêran diyar kir ku hevdîtina Ehmed El Şeri bi Trump re dikare ji bo Sûriyeyê dikare barê Sûriyeyê giran bike û wê veguherîne meydanek ji bo şerên desthilatdariyê yên navneteweyî. Li Iraqê alîgirên El Sadir û El Malikî winda kirin. Sûdanê jî qonaxek tevlihev a pevçûnên dijwar dijî.

Kongra Star, di çarçoveya çalakiyên Roja Navneteweyî ya Têkoşja li Dijî  Tundiya li Ser Jinan, li bajarê Amûdê dewreyeke perwerdeyê ya 3 rojan ji bo mêran vedike. 09:00. BI WÊNE Û DÎMEN

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê ji bo bîranîna salvegera yekem a şehadeta fermandara YPJ`ê Ronahî Amanos, li bajarê Hesekê merasîmekê li dar dixe. 09:30. BI WÊNE Û DÎMEN

Ofîsa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li bajarê Çilaxa ji bo şêniyên bajarokê Kêşikê, semînerkê der barê tunidya li ser jinan li dar dixe. 10:00 . BI WÊNE Û DÎMEN

Desteya Jinan a kantona Cizîrê dê bi daxuynyekê destpêkirina hemleyeke bi boneya Roja Zarokan a Navneteweyî ragihîne. Daxuyanî dê li ber navenda Desteyê li bajarê Qamişlo were dayin. 10:00. BI WÊNE Û DÎMEN

Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Rojava di roja xwe ya çaremîn de berdewam dike. Saet 10:00 li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê û saet 16:00 li Navenda TEV-ÇAND`ê li bajarê Qamişlo. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Jinan a Meclisa Aborî ya Kantona Firatê civîna xwe ya salane li dar dixe. Civîn dê li Navenda Meclisê li bajarê Kobanê were lidarxistin. 10:00. BI WÊNE Û DÎMEN

Partiya Elweten Elsûrî paneleke siyasî li bajarê Hesekê li dar dixe. 10:00. BI WÊNE Û DÎMEN

Komîteya Ciwanan û Werzîşê ya Meclisa Bajarê Şedadê li kantona Cizîrê peneleke li ser têkoşîna li dijî madeyên hişber, li dar dixe. Panel dê li Hola Meclisa Bajar were lidarxistin:11:00 BI WÊNE Û DÎMEN

Di çarçoveya çalakiyên Roja Navneteweyî ya Têkoşja li Dijî  Tundiya li Ser Jinan de, dê meşek mêran li Bajarê Holê li kantona Cizîrê were lidarxistin.11:00 BI WÊNE Û DÎMEN