Li gundewarê Humsê komkujî pêk hat 5 kes hatin kuştin

Komeke çekdar li gundê Um Hartên yê rojavayê Humsê êrişek pêk anîn û muxtarê gundê Wadî El Mewla jî di nav de 5 kes hatin kuştin û hinek jî birînda bûn.

Li gundewarê Humsê komkujî pêk hat 5 kes hatin kuştin
15 mijdar, 2025   23:26
HUMS

Nûçegihana me li Humsê ragihand ku komeke çekdar êriş birin ser qehwexaneyeke li gundê Um Hartên yê rojavayê Humsê û gule berdan kesên di hundirê qehwexaneyê de

Di encama êrişê de kesên bi navên Elî Hiwêrî, Kemal Elwan, Ramî Bedran, cwianekî bi navê Salih û muxtarê gundê Wadî El Mewla ku bi navê Ebû Xezal tê naskirin, hatin kuştin û hinek jî birînda bûn, birîna hinekan ji wan giran e.

Kuştî û birîndar rakirin nexweşxaneyê û li derdora gund hîna jî dengê teqîna guleyan tê.

(k)