’Projeya neteweya demokratîk rêya aştî û çareseriyê ye’

Rewşenbîrên ji bajarê Til Temirê diyar kir ku aştî bi diyaloga demokrat, naskirina mafên tevahî pêkhateyan û projeya neteweya demokratîk pêkan e.

’Projeya neteweya demokratîk rêya aştî û çareseriyê ye’
16 mijdar, 2025   02:35
HESEKÊ
EBDULXENÎ EL HAMAN

Rewşenbîrên ji bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê der barê girîngiya projeya neteweya demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye û bandora wê li ser siberoja Sûriyeyê û herêmê de nêrînên xwe bi me re parve kirin.

Idrîs El Yûnis diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan bi pêşkêşkirina projeya neteweya demokratîk nêrîna tam cudayê têgînên li Rojhilata Navîn serdest in pêşkêş kir. Her wiha diyar kir ku ev proje li ser rêgezên jiyana hevbeş û edaleta civakî ye û dûrî serdestiya dewlet netewe ye ku sedema sereke ya şer û pevçûnan, bi taybetî li Sûriyeyê ye.

El Yûnis destnîşan kir ku projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûrieyê pratîka ramanên Rêber Abdullah Ocalan e û bi bîr xist ku vê herêmê projeyeke demokratîk, pirrengî ya li ser bingehên wekheviya di navbera her du zayendan de û azadiya baweriyan û rêxistinbûyîna civakê ava kir.

Idrîs El Yûnis îşaret pê kir ku dosyaya Sûriyeyê xala parvekirina berjewendiyan di navbera hêzên mezin de û got, bêyî naskirina Rêveberiya Xweser û saziyên wê yên sivîl û leşkerî wê di siberojê de tu çareserî bi ser nekevin.

Sena El Samir jî anî ziman ku ezmûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava qeyrana li Sûriyeyê de ezmûneke bêhempa  ye û ev li gotinên xwe zêde kir "Tevî mercên zehmet ên siyas, leşkerî û aborî jî lê gelê hermê modeleke rêveberiyê pêş xist ku xwe dispêre beşdariya civakî, pirrengî û wekheviya di navbera hemû pêkhateyan de."

Sena El Samir di dewama axaftina xwe de got, projeya neteweya demokratîk a ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye pêşkêşkirin, bi pêvajoya aştiyê ve girêdayî ye û wiha pê de çû: "Ev proje alternatîfek ji bo nakokiyên neteweyî û mezhebî yên ku herêmê parçe kirine pêşkêş dike. Di çarçoveya Sûriyeyê de evproje bingehek fikrî û siyasî ji bo diyalog û avakirina baweriyê di navbera pêkhateyan de çêdike. Ev jî ew fikra çareseriyek demokratîk a nenavendî wekî vebijarkek rasteqîn û domdar ji bo aştiyê li Sûriyeyê û herêmê pêş dixe."

Sena El Samir destnîşan kir ku eger îradeya siyasî, neteweyî û navneteweyî ji bo piştgiriya wê hebe, hingî projeya neteweya demokratîk dikare bibe modelek ji bo çareseriyek berfireh li Sûriyeyê û got: "Bingeha vê projeyê rêveberiya xweseriya demokratîk û beşdariya gel, rêzdariya li hemberî cihêrengiya neteweyî û olî ye. Ev rêgez jî li gorî xwezaya civaka cihêreng a Sûriyeyê ye."

Îsmaîl Ferhan jî bi bîr xist ku civaka navneteweyî girîngiya ezmûna demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas dike, lê hin hêzên herêmî hewl didin ku vê ezmûnê asteng bikin ji ber ditirsin derbasî herêmên din bibin. Ferhan got, çareseriya Sûriyeyê divê ji hundirê Sûriyeyê û bi îradeya Sûriyan bi xwe be.

Îsmaîl Ferhan got, hêzên mezin li gorî berjewendiyên xwe, bêyî ku hêviyên gel li ber çavan bigirin bi dosyaya Sûriyeyê re mijûl dibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Heta ku projeyek neteweyî ya demokratîk a berfireh neyê pejirandin, krîz dê bêyî guhertina rû an hikûmetan dubare bibin."

(bb)

ANHA