Li Quneytra û Derayê tevgerên Îsraîlê

Hêzeke Îsraîlê bi 2 erebeyên leşkerî ket bajarokê Kom ê gundewarê navîn ê Quneytrayê. Dewriyeyek din jî li gundewarê rojavayê Derayê embarek êm û malek şewitandin.

Li Quneytra û Derayê tevgerên Îsraîlê
15 cotmeh, 2026   23:28
NAVENDA NÛÇEYAN

SOHR‘ê ragihand ku hêzeke Îsraîlê bi rêya 2 erebeyên leşkerî ket derdora bajarokê Kom ê gundewarê navîn ê Quneytrayê yê nêzî girê Şehwa  û nêzî rêya Selam. Agahiyên der barê xwezaya tevgerê û dema mayîna wê ya li bajarokê de nehatin ragihandin.

Li gorî agahiyan, dewriyekeke din li herêma Wadî Ruqadê ya gundewarê rojavayê Derayê agir bi embarek êm û xaniyekî xist, her wiha kel û pelên malê şikandin, piştre vekişiya baregeha xwe. Şêniyan agir vemirandin.

(bb)