ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-1-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-1-2025
16 ÇILE, 2025   02:00

Parêzer Kawa Fatimê û nivîskar Ezher Ehmed bal kişand ser nakokiyên mezin ên di siyaseta dewleta Tirk a dagirker de ku ji aliyekî ve bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinan dike û ji aliyê din ve jî çewisandin û tunekirina gelê Kurd didomîne. Her wiha gotin ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze wêranî û terorê li Kurdistanê belav bike.

Li eniyên şer dengê fîşekan û azadiyê bilind dibe. 7 bira ji bajarê Qamişloyê di oxira parastina welêt û dozê de destaneke îstisna nivisîsand. Çîroka wan her heft lehengên ku bavê wan di oxira azadiyê de şehîd bûye, vîna gelê ku serî natewîne rave dike û biryar daye fedekariyên xwe bike çîrûsk û pê rêya nifşên bê ronî bike.

 Pêkhateyên kantona Cizîrê yên Ereb, Kurd, Suryan, Ermenî, elewî û durzî diyar kir ku piştî rûxandina rejîma Baasê, ew li hêviya avakirina Sûriyeyeke nû ne ku hemû gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe bigire nav xwe. Her wiha diyar kirin ku projeya Rêveberiya Xweser ya herî guncaw e da ku mafên hemû pêkhateyan biparêze.

Ekrem Begdaş ê ji Efrinê di dibistana Hewarî Bin Medîn de bi koçberên din re yên ji Şehbayê derketine, kom dibe û li ser berxwedanê û bêrîkirina welêt distêre.

Di berxwedana dîrokî ya Tişrîn û Qereqozaq de navê Yekîneyên Şehîd Harûn ên QSD’ê derdikeve pêş. Li hemberî êrişên dagirkeran û çeteyên wan, çalakiyên hewayî yên Yekîneyên Şehîd Harûn bandorek mezin çêkiriye.

Xelkê Herêma Bakur û Rojhilatê sûriyeyê ji bo şermezarkirina komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li Bendava Tişrînê kiriye û ji bo piştgiriya QSDˋê dadikeve qadan. Xelkê Reqayê saet (11:00), xelkê Kobanê  ji Qada Jina Azad ve saet (12:00), xelkê Dêrikê jî ji Qada Azadiyê saet (11:00) dest bi meşê dikin. Her wiha xelkê Girkê Legê ji Qada Şehîd Xebat (12:00) û li Hesekê jî saet (13:00) dest bi meşê dikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Civakî ya Ermenî Mala Çanda Ermenî li taxa Kelasê ya Hesekê vedike, (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Hombenda Efrîn a Civakî têkildarî şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker bi diruşma "Em vegereke ewle û rûmet li Efrînê dixwazin" li Stadyûma 12ˋê Adarê ya Qamişloyê çalakiyekê li dar dixe, (11: 30). BI WÊNE Û DÎMEN

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Amûdê di çarçoveya bersivdana banga Rêveberiya Xweser a seferberiya giştî de li pêş nivîsgeha xwe ya bajêr daxuyaniyekê dide, (17:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ji bo nîqaşkirina rewşa tenduristî li herêmê li Navenda Mihemed Şêxo ya Qamişlo civînekê li dar dixe, (17:00) BI WÊNE Û DÎMEN