Şêniyên Tebqa nobedarên Tişrînê pêşwazî kirin

Şêniyên kantona Tebqayê nobedarên ji kantonên Dêrazor, Tebqa û Reqayê ku beriya 3 rojan berê xwe dabûn Bendava Tişrînê ku tev li çalakiya nobedê bibin, bi coş pêşwazî kirin.

Şêniyên Tebqa nobedarên Tişrînê pêşwazî kirin
15 ÇILE, 2025   23:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Beriya 3 rojan gelê kantonên Tebqa, Reqa û Dêrazorê ji bo ku tev li çalakiya nobedê ya li Bendavê Tişrînê bibin, berê xwe da bendavê. Îro jî nobed dewrî xelkê kantona Firatê kir û vegerî û ji hêla şêniyên Tebqayê ve bi coş hat pêwazîkirin.

Dewleta Tirk a dagirker karwana wesayîtên welatiyên ji kantona Firatê ber bi Bendava Tişrînê ve derketibû rê bombebaran kir, di encamê de welatiyek şehîd bû û 4 jî birîndar bûn.

Lê tevî êrişên dagirkeran jî gelê kantona Firatê dev ji biryara xwe berneda û gihîşt Bendava Tişrînê. Gelê kantona Firatê nobed ji gelê kantonên Tebqa, Reqa û Dêrazorê dewr girt.

Dewleta Tirk a dagirker ji 8ˋê Kanûnê de bênavber êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, bi taybet Bendava Tişrînê. Li hember van êrişan şervanên QSDˋê û YPJˋê bersivên tund didin û destanên lehengiyê dinivîsînin.

(fr)