HPC-Jin: Em ewlehiya xwe teslîmî hevkarên dagirkeran nakin

HPC-Jin li bajarokê Sêgir ê bajarê Dirbêsiyê piştgiriya xwe ji berxwedana QSDˋê re li hember êrişên dagirkeriya Tirk nîşan da.

HPC-Jin: Em ewlehiya xwe teslîmî hevkarên dagirkeran nakin
15 ÇILE, 2025   23:49
HESEKÊ

Hêzên Parastina Civakê (HPC-Jin) li bajarokê Sêgir ê bajarê Dirbêsiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew piştgiriya berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û parastina bajar û gundan dike.

Fermandara hêzê Narîman El Ekrad daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê valahiya piştî ketina rejîma Baasê çêbûye, sûd girtiye û êrişî herêmê dike.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku HPC-Jin dev ji çeka xwe bernade û dê ewlehî û parastina herêmê radestî kesên bi dewleta Tirk re hevkar in û rola jinan paşguh dikin, nekin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ew piştgiriya hêzên QSDˋê ku ji tevahî pêkhateyên herêmê pêk tê, dikin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tevî hemû hewldanên di dirêjahiya 13 salan de lê Rêveberiya Xweser temsîla azadiyê dike.

(şx/fr)

ANHA