ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-06-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-06-2024
16 hezîran 2024   02:00

Dibistana Nuwêla, dibistana fêrkirina hunerên şêwekariyê, dengbêjî û tevgerê ye. Dibistan bûye meqseda zarok û ciwanên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku dixwazin behreyên xwe yên hunerî bi pêş bixin.

Çolbûyîn ji bo cîhan, mirov û avhewayê xetereyeke mezin e. Di encama vê diyardeyê de qadên çandiniyê kêmtir dibin û ev jî krîza xurekê bi xwe re tîne.

Piştî ku sebzeyên havînê derbasî sûkên kantona Reqayê bûne, buha jî daketine.

Mislimanên li seranserî cîhanê bi Cejna Qurbanê pîroz dikin, her wiha li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cejnê tê pîrozkirin û di sibeha cejnê de nimêj tê kirin, serdanên goristanên şehîdan li bajar û bajarokên Herêmê tên kirin, saet 08:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)