Li mizgeftan nimêja cejnê
Di saetên destpêkê yên sibehê de misilmanan berî dan mizgefan û nimêja cejnê kir.
Îro roja yekemîn a Cejna Qurbanê. Bi vê boneyê misilmanên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di saetên barbangê de berî dan mizgefan.
Destpêkê axaftin ji aliyê meleyên mizgeftan ve hatin kirin. Meleyan di axaftinên xwe de Cejna Qurbanê li misilmanan pîroz kir û banga hevgirtinê kir. Her wiha hêvî kirin ku ev cejn bibe wesîleya ewlehî û aramiyê li welat.
Piştî nimêja cejnê hat kirin û pîrozbahî hatin kirin, beşdaran berî dan goristanên şehîdan.
(bb)
ANHA
qamişlo
reqa