Li Qamişlo perde ji ser peykerên şehîdan hat rakirin

Li Qamişlo perde ji ser peykera şehîdên Hêzên Operasyonan ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat rakirin. Beşdarên çalakiyê soza şopandina rêça şehîdan da.

15 hezîran 2024   22:47
QAMIŞLO

Peykera şehîdên Hêzên Operasyonan ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li çerxerêya li taxa Eneteriyê ya li rojhilatê Qamişlo hat danîn. Di çalakiyê de malbatên şehîdan, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û xelkê bajêr amade bûn.

Di peykerê de 10 endamên Hêzên Operasyonan ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên di berxwedana li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞˊê li dijî kantonên Cizîrê û Dêrazorê de di salên cuda de şehîd bûne, hene.

Wêneyên şehîdên li ser peykerê ev in: Yamin Mihemed Şedad, Ebduselam Fewaz El Ehmed, Rebah Hisên El Ehmed, Mihemed Yûsif El Seîd, Mehmûd Nûrî Derwêş, Elawî Şerîf El Xelîl, Ebid Etiye El Osman, Mehmûd Mihemed El Ziyab, Şucai Ebdulkerîm El Hezai û Ehmed Mehmûd Yaqûb.

Di çalakiyê de endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen axivî, fedekariyên şehîdan pîroz kir û soz da ku ew bi mîrasa şehîdan ve girêdayî ne û destkeftiyên wan diparêzin.

Li aliyekî din jî hevserokê Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê Hesen Şero got endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn dê li ser soza xwe bi hevrêyên xwe re wefedar bin, ewlehî û îstîqrarê bi hevkariya pêkhateyên herêmê re misoger bikin.

Di dawiyê de dayikên şehîdan û hevjînên wan perde ji ser peykerê di nava diruşmên ˊşehîd namirinˊ de rakirin.

(fr)

ANHA