ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-02-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-02-2026
16 sibat, 2026   02:00

Xelkê Dirbêsiyê gotin, komploya li ser Rojava berdewama komploya 15`ê Sibatê ye, bi berxwedana gel dê ev komplo jî têk biçe. BI WÊNE Û DÎMEN

Li ser banga seferberiya giştî ya Rêveberiya Xweser, şêniyn gundê Hiznî yê Til Temirê xwe birêxistin kirin. Beşek şênî gund diparêze û beşekjî ji bo şervanên li eniyên pêş xwarinê amade dike. BI WÊNE Û DÎMEN

Jinên ciwan ên ji Tirbespiyê diyar kir ku êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê berdewama Komploya 15`ê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan in. BI WÊNE Û DÎMEN

"Pirsgirêka min a herî girîng ew bû ku ez bidim fêhmkirin ev komplo ji şexsê min û Kurdan bêhtir li dijî Tirkan e. Şêweyê radestkirina min û niyeta kesên di vê de rol girtin, ne bi dawîkirina teorê û çareserî bû, dixwestin bingehê şerekî sedsaleke din dewam bike, kûr bikin. Komploya wan a li hemberî min ji bo vê niyeta wan firsendeke îdeal dida."

Malbata apê Qaziklî Xelîl ku ji ber êrişên çeteyan ji Reqayê ber bi Hesekê ketin rê, di rê de rastî êrişê hatin. Di wesayîtê de cîrana wan Semîra Ebdurehman ku pitika wê ya 5 mehî li ber bedena wê bû jiyana xwe ji dest da û du kurên apê Qaziklî birîndar bûn. Apê Qaziklî dibêje: “Em dixwazin vegerin Efrînê, lê heta çeteyên dewleta Tirk li wir bin, em venagerin”. BI WÊNE Û DÎMEN

Rêveberiya Kampa Roj a bajarê Dêrikê ya ku tê de malbatên çeteyên DAIŞˊê hene, malbatên biyanî ber bi welatên wan ve dişîne, 09.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê cenazeyê şervanên QSDˊê Şehîd Xalid Hesen li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî defin dike, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN