Plana veguhastina malbatên DAIŞˊê bo gundewarê Helebê tê kirin

Desthilatên hikumeta demkî ya Sûriyeyê amadekariyê dike ku niştecihên li kama Holê mayî di nav de malbatên DAIŞˊê veguhêz gundewarê Helebê.

Plana veguhastina malbatên DAIŞˊê bo gundewarê Helebê tê kirin
15 sibat, 2026   23:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Kar û Barên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) îro ragihand ku hejmareke mezin ji niştecihên kampa Holê, ku malbatên çeteyên DAIŞ'ê jî di nav de, yên vê dawiyê ji kampê derketin. UNHCRˊê destnîşan kir ku hikumeta demkî ya Sûriyeyê plan dike ku kesên mayî veguhêze cihekî din.

Nûnerê UNHCRˊê yê Sûriyeyê Gonzalo Vargas Llosa, di daxuyaniyekê de raber kir ku UNHCRˊê "di çend hefteyên borî de dît ku hejmara niştecihên li kampê pir kêm bûye." Vargas Llosa da zanîn ku hikumeta demkî ya Sûriyeyê UNHCR ji planên xwe yên veguhastina niştecihên mayî bo kampa "Axterîn" li gundewarê Helebê agahdar kiriye û daxwaza piştgiriya UNHCR kiriye da ku alîkariya niştecihên li kampa nû bike.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku UNHCR dê piştgiriyê bide vegerandin û entegrasyona Sûriyeyiyên ku ji kampa Holê derketine û yên ku li wir mane jî.

Lê di daxuyaniyê de çawaniya derketin an jî hejmara mayî nehat zelalkirin, lê tê texmînkirin ku yên derketine di dema ku hikumeta demkî ew kamp kontrol kiriye de derketin.

Heta niha tu daxuyaniyek ji hikumetê nehatiye dayîn.

Di kampê de nêzî 24 hezar kes di nav de 15 hezar Sûriyeyî, zêdetirî 6 hezar û 300 jin û zarokên biyanî yên ji welatiyên cuda hebûn.

(fr)