ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-06-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-06-2026
15 hezîran, 2026   02:00

- Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) xwest ku gelê Kurd wekî neteweyek ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) were naskirin û pêşniyar kir ku statuya "çavdêr" bidin wan. Ev daxwaz bû egera gotûbêjên qanûnî û siyasî li ser mekanîzmayên nûnertiyê di nav rêxistina navneteweyî de. Ev tê çi wateyê? Û gelo bi rastî jî pêkan e?

- Jinên ji bajarê Girkê Legê bal kişand ser têkoşîna jinan a parastina civakê û got divê mafên jinan û beşdariya wan di hemû qadan de were mîsogerkirin. BI WÊNE Û DÎMEN

- Şîlan Ehmed di pirtûka xwe ya nû de rêwîtiya têkoşîn û berxwedana li çiyayên Kurdistanê û Rojava vedibêje. BI WÊNE Û DÎMEN

- Endamê Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Kobanê Emîn Salih hûrgiliyên bûyerên li gundên Aşmê û Cedê yên Kobanê di 10ˊê Hezîranê de qewimîne aşkera kirin. BI WÊNE Û DÎMEN

- Tîmên awarte yên li bajarê Til Temirê hewlên xwe ji bo kontrolkirina şewatên li zeviyên çandiniyê didomînin. Meclîsa bajêr jî bang li şêniyan kir ku tedbîrên pêşîlêgirtinê bigrin. BI WÊNE Û DÎMEN

- Ji bo piştgiriya encamnameyên Civata Giştî ya KNKˊê ku banga naskirina Kurdan weke netewe, piştgiriya yekrêziya Kurdî û misogeriya mafên wan dike Înîsiyatîfa Gel a Qamişloyê li pêş avahiya Komseriya Karûbarên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Qamişloyê çalakiyekê li dar dixe, saet 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

- Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li bajarên Girkê Legê, Dêrik û Amûdê, her wiha Meclisa Tirbespiyê û Înîsiyatîfa Gel a Çilaxayê ji bo piştgiriya encamnameyên Civata Giştî ya KNKˊê daxuyaniyên cuda didin, saet 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

 -Meclisa bajarê Til Temirê de têkildarî naskirina mafên gelê Kurd di destûra Sûriyeyê de li parka Meclisa Malbatên Şehîdan daxuyaniyekê dide, saet 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN